İçeriğe atla

Bazbenda Dayê

Bazbenda Dayê – Kamran Simo Hedili – Aram Yayınları kitap kapağı
Bazbenda Dayê – Kamran Simo Hedili – Aram Yayınları kitap kapağı
%20 İNDİRİM • %20 İNDİRİM • %20 İNDİRİM • %20 İNDİRİM •

Aram Yayınları

Yazar:Kamran Simo Hedili

Yaklaşık 1-3 iş gününde temin

Barkod:9786052931646
ISBN:9786052931646
Sayfa Sayısı:264 Sayfa
Ürün Ebatı:13x21 cm
Dil:Türkçe
Cilt Durumu:Ciltsiz
Kağıt Tipi:2. Hamur
Baskı Sayısı:1
Basım Tarihi:11/2026
6 görüntülenme

Bu kitapta 240 Nobel Puan kazanın

Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!

Kitap Hakkında

Firtoneyeke wêranker û agirê har, wêranî, şewat û xweliyê li paş xwe dihêle. Şer jî tiştekî wisa ye. Agirekî ku nayê vemirandin. Yek ji wan tiştên ku zindî dimîne, şêweya herî dijwar a êşê ye ku bi helisindina ba re dibiriqe. Dibe ku dilê dayikekê yê bişewat be. Bazbenda Dayê ne romana kesên li eniya pêş a şere, lê ya kesên li paş mane ye. Ya birîna ku, carekê vebû, êdî qet nayê girtin. Ya agirê ku, carekê pêketiye, û wê qet nevemire. Dîroka nêz, lê bi gotinên mezin ne xemilandiye, ne penageha zimanê bûyerên siyasî yên mezin e. Tevahiya rûyê agirekî tirsnak, bi hesasiyet û hestên nazik hatiye neqişandin. Bêdengiya bendemayina dayikekê. Xêzên jiyana zarokekî ku bi kêmasiyan mezin dibe… Çîrokeke dîroka nêz ku bi hişê malbateke hilweşiyayî hatiye hunandin.
Em karakteran dişopînin; xemgîniya wan çarenivîsa her kesî ye, dîroka gelekî ye. Koçberî, girtîgeh, rêyên çiyê, sirgûnî, veqetandin, salên duvdirêj, kurtbûna jiyanê, xeyalên hin bihin biçûk dibin, hesretên gir dibin Zimanekî xemgîn ku xetên nazik ên jiyanê diherikîne. Tomara windahiyan, yên Jiyan wenda kiri li cihekî kom kiri. Wê kêm bimana heke Kamran Simmo Hedilî, qima xwe bi vê yekê bianîya. Evîn, hêvî, girêdan, fedakarî û berxwedan heye. Ma çawa çîroka kesên ku sax mane dikare were vegotin? Ma çawa dengê zarokên ku li benda bavê xwe ne û mezin dibin, ew a ku bawer dikin rojekê dê bavê wan vegerin, dikare were bihîstin?
Ew bazbenda dayikekê ye! Di navbera rabirdû û pêşerojê de divezîlehê. Di gel dijwariya şer, dem û wêraniya mezin jî ne qetiyaye. Ew girêdana efsûnî û nehînî. Ew hesreta ku dayikekê qet û ti caran ne ji dilê xwe û ne jî, ji kefa destê xwe dernexistiye. Berxwedana mirovan, sirra tevahiya dîroka gelekî ku di bazbendekê de veşartî ye, ev roman a wan e.

Benzer ürünler

Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

Kategorideki tüm kitaplar

Kamran Simo Hedili — diğer kitapları

Aynı yazara ait diğer eserler; çok satanlar öne alındı.

Yazar profili
300.00₺
240.00₺
1