Dîroka Edebîyata Kurdî – Abdurrahman Adak – Nubihar Yayınları
Dîroka Edebîyata Kurdî
Yazar: Abdurrahman Adak
Yaklaşık 1-3 iş gününde temin
Bu kitapta 385 Nobel Puan kazanın
Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!
Kitap Hakkında
Di qonaxên Med, Hexamenîşî û Silûkî yên serdema berî Îslamê (BZ VIII-III) da li erdnîgariya Medyayê zimanê Medî (Kurdiya Kevnar) wek zimanê axiftin û edebiyata zarekî hatiye bikaranîn. Di qonaxên Eşkanî û Sasanî (BZ III-PZ VII) da ziman û edebiyata Medî bi navê Pehlewî (Kurdiya Navîn) hebûna xwe domandiye û bi taybetî di serdema Sasanî da edebiyata Pehlewî ya nivîskî pêş ketiye.
Di her sê sedsalên pêşî yên serdema Îslamî da Pehlewî (Kurdiya Navîn) di qada Mecûsîtiyê da geşedana xwe domandiye. Ev mawe di heman demê da ji bo peydabûna edebiyata Kurdî ya serdema Îslamî qonaxeke amadeker e.
Di sedsala X'em da bi avabûna xanedanên Medî/Kurdî ra (Şeddadî, Buweyhî, Hesenweyhî…), "Edebiyata Kurdî ya Serdema Xanedanan" peyda bûye ku di lîteratura edebiyata Îranê da wek "fehlewiyat" hatiye binavkirin. Edebiyata Kurdî, heta ku di sedsala XVem da "Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiyan" dest pê bike bi fehlewiyatê hatiye temsîlkirin ku Baba Tahirê Hemedanî nûnerê wê yê herî girîng e.
Li gor Kurdiya Pehlewî (Kurdiya Rojhilatê) asta wê pir kêm be jî metnên pêşî yên Kurdiya Kurmancî (Kurdiya Rojavayê) jî di serdema xanedanan da hatine dayîn.
Benzer ürünler
Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

