Gulistan ü Şev
Yazar:Hesen Silevani
Stokta Yok
Bu kitapta 160 Nobel Puan kazanın
Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!
Kitap Hakkında
Di Gulîstan û Şevê de Hesen Silêvanî ji alîyekî de şerekî qirêj bi hemû ciwanîya hunerî û vegotina lihevhatî li ber çavan radixe û ji alîyekî din ve psîkolojîya Kurdên ku leşkerîyê ji 'dijminê' xwe re dikin, bi hevokên kurt û watedar û ew çend nêzî derûnîya rasteqîn a merivê Kurd bi bîra me dixe.
Di romanê de, Hesenê ku li pêşberî efserê xwe (serbazê leşkerî) bi nîv-Erebîyekê 'tekmîlê' dideyê û dike nake nikare xwe îfade bike, bi dû re hawara xwe digihîne 'tertîbê' xwe Dilşad û jê re dibêje: "Dilşad, de were vî dewarî tê bigihîne" ew qasî dişibe Kurdekî ku leşkerîyê ji Tirkan an Farisan re dike!
Hesen Silêvanî, bi zanîn, vê birîna hevbeş dixe tevna romanê û bi awayekî serketî li gel ku bîra her merivê Kurd ê ku leşkerî ji vî û wî re kiriye bikole; hest û dilînên reva ji 'cehenemê' û çûna 'behiştê', 'behişta berfîn' yanî çîyayên Kurdistanê, çîyayên ku duh jî û îro jî sembola azadîyê ne, bi hêminîyeke siruştî û vegotineke merivî li ber çavên me radixe.
Berhem her çend wekî berhemeke cure-wêjeyî navê kurteromanê lê hatibe kirin jî, ji bilî beşên di çêja helbestê de, helbesta şeveke çardehperwaz e. Her perwazek bi her vehesandinekê re hilmeke bendemayîna gîyansotîner e.
Em dikarin bibêjin ku Gulîstan û Şev derî û sînorên bi xilq û asê yên li ber wêjeya Kurdî rûdixîne, xwîneran bi berhemê re ji sînoran diqevizîne û wan digihîne gîyanên wan ên jibîrbûyî.
Benzer ürünler
Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

Öğretmeyenler
Can Bayındır

Yaratılış Gölü
Rachel Kushner

Aşkın Kefareti
Sedat Ulugana

Söğüt Ağacının Gölgesinde
Mehmet Kaplan

Proxima Centauri B
Murat Yılmaz

Bekle Beni
Zülfü Livaneli

Kürşad’ın 41. Çerisi: Bir İntikam Yemini
Tuna Yıldız

Beste
Ezgi Topsakal

Medine’de Son Osmanlı Askeri
Halis Atış

Kutsal Spiral Serisi - Tantalos’un Gölgesi
M. Emrah Tokul

Feraye
Elif Tan

Hakikat ile Evham Arasında
Hamid Alioğlu Maharramov
Hesen Silevani — diğer kitapları
Aynı yazara ait diğer eserler; çok satanlar öne alındı.





