Ken Parker - Lily u Neçirvan – Giancarlo Berardi – Avesta Yayınları

Ana Sayfaya Dön
Ken Parker - Lily u Neçirvan – Giancarlo Berardi – Avesta Yayınları kitap kapağı
Ken Parker - Lily u Neçirvan – Giancarlo Berardi – Avesta Yayınları kitap kapağı
%18 İNDİRİM

Ken Parker - Lily u Neçirvan

Avesta Yayınları

Yazar: Giancarlo Berardi

Yaklaşık 1-3 iş gününde temin

Barkod:9786255535092
ISBN:9786255535092
Sayfa Sayısı:96 Sayfa
Dil:Türkçe
Basım Tarihi:11/2025
Yazar:Giancarlo Berardi
34Görüntülenme

Bu kitapta 180 Nobel Puan kazanın

Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!

Kitap Hakkında

Ken ParkerLehengekî xêzeromanî ye ku nivîskar Giancarlo Berardi û xêzker Ivo Milazzo ew afirandiye. Kesayetî û rûdêma Ken Parker feyza xwe ji Robert Redford ê serlehengê fîlma Jeremiah Johnson a derhênerê navdar Sydney Pollack werdigire. Kesê ku cara yekem Ken Parker dixwîne, serê pêşîn di bin bandora behremendiya Berardi ya di warê vebêjiya realîst a sînemayî de û vehûnandina diyalogên wî yên ciwan de dimîne ku di vî warî de ew ne kêmî derhênerên mezin e. Piştre jî dibe hijmetkarê wê xêza pir şêweyî ya ku ji serê firça Milazzo veder tê, ku karakter û mekanan di gel hemû hestên wan bi awayekî ew çend ciwan vediguhêzîne. Gava ku xwîner kitêbeke Ken Parker diqedîne, bi qasî balkêşiya çîrokê û hostetiya xêzan, pê dihise ku dibe şeydayê vî antî lehengî jî ku tê vegotin. Baş e, îja kî ye gelo ev Ken Parker?Ken Parker gerokekî tenê û kubar e ku baweriyê bi nirxên gerdûnî û aştiyê tîne, û heta ku jê tê hewl dide ku xwe dûr bixe ji jîngeha tije tundrewî ya li dorûberê xwe. Ew xwe weke kesekî wezîfedar an jî rizgarker nabîne, lê belê, ew çend jî hestiyar û mêrxas e ku nikare xwe li hemberî neheqiyên ku li dorûberê wî rû didin ker bike. Ji bo Ken ti giyanewerek ne di ser yê din re ye, ew naşibe lehengên nêrane yên ku em pê dizanin ji cureyê westernê, ew yekî xwende, bi meraq û di şayîşa hebûna xwe de ye. Li hemberî jinan bi şewqet û dilsoz e. Di serdemeke ku çekên otomatîk lê bi kar bûn, sedema bijartina wî ya tivingeke yeklûleyî xwe disiparte wê xweşbîniya wî ya ku eger rojekê mecbûrî nêçîrê bimaya, da ku şansekî duyem bidaya wê giyanewera ku ji wê guleberdana wî ya tenê rizgar bûbe. Ji bo ku jiyana xwe berdewam bike, ji bilî nêçîrvaniyê, rêberiya artêşê jî dike. Ji ber vê yekê, xwîner jî bi Ken Parker re dibe şahidê qetlîam û asîmîlasyona artêşê ya li çermesoran. Di vê rewşê de jî Ken Parker wê sekna xwe ya exlaqî ya ku em jê hêvî dikin, dubare nîşan dide.

Benzer ürünler

Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

Kategorideki tüm kitaplar
220.00
180.40
1