Kurde Rewi – Sehide Rizgo İboyan – Avesta Yayınları

Kurde Rewi

Kurde Rewi – Sehide Rizgo İboyan – Avesta Yayınları kitap kapağı
Kurde Rewi – Sehide Rizgo İboyan – Avesta Yayınları kitap kapağı
%18 İNDİRİM • %18 İNDİRİM • %18 İNDİRİM • %18 İNDİRİM •

Avesta Yayınları

Yazar:Sehide Rizgo İboyan

Stokta Yok

Barkod:9789944382564
ISBN:9789944382564
Sayfa Sayısı:207 Sayfa
Ürün Ebatı:13x20 cm
Dil:Türkçe
Kağıt Tipi:2. Hamur
Basım Tarihi:11/2009
2 görüntülenme

Bu kitapta 13 Nobel Puan kazanın

Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!

Kitap Hakkında

Romana Sehîdê Îbo ‘Kurdê rêwî’ ku di sala 1959an de nivisandibû lê di 1979an de bi alfabeya kirîlî derket, bi alfabeya latînî di nav weşanên Avesta de ji nû ve çap bû. Xanna Omerxalî ku kitêb ji kirîlî transkrîpteyî latînî kiriye di pêşgotinê de wiha nivîsandiye:‘Di vê romana ku Sehîdê Îbo di sala 1959an de nivîsandiye de ‘emir, rê û rism, urf-’edet û rabûn-rûniştandina kurdên êzdî ji êla Ortiliya di ser axa qeza Qersê di dema bûyer û qewimandinên pir ‘eyan di destpêka sedsaliya 20an da zelal tê xuyakirin. Di romanê da tê ber çavan, çawa eşkeletiya hal-jiyana ‘emir, lê wisa jî qedera kurdên êzdî wexta şerê cîhanê yê yekemîn, dema şoreşa Oktobirê di Rûsyayê da, çaxê bolşêvîk çarê ûrisa Nîkolay ser text davêje, wexta lêşkerê Rûsya paş da ji qeza Qersê vedikişe û rev-beza êzdiyan dest zor û zulma Romê. Di vê romana Sehîdê Îbo da ruhê êleke kurdên êzdî mînanî deziya rîsê sor di nava wan qewimandinan da timê ber çavan e. Ev romana, bi rastî, wek çavkaniya melûmetiyên rewşa êzdiyan di demên jor kifşkirî da dikare bê hesabê.Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî ‘esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêşiyên me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana kal-bava ne, ku bi zaravê şîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî, civakî û olî va di ser hîmê ‘erf-’edetê jiyan û bîr û baweriyên wan hatiye xemilandin.’

Benzer ürünler

Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

Kategorideki tüm kitaplar
17.00
13.94