Melaye Ciziri – Ayhan Tek – Nubihar Yayınları

Melaye Ciziri – Ayhan Tek – Nubihar Yayınları kitap kapağı
Melaye Ciziri – Ayhan Tek – Nubihar Yayınları kitap kapağı
%23 İNDİRİM

Melaye Ciziri

Nubihar Yayınları

Yazar: Ayhan Tek

Yaklaşık 1-3 iş gününde temin

Barkod:9786059413527
ISBN:9786059413527
Sayfa Sayısı:160 Sayfa
Ürün Ebatı:14x21 cm
Dil:Türkçe
Cilt Durumu:Ciltsiz
Kağıt Tipi:2. Hamur
Baskı Sayısı:2
Basım Tarihi:11/2024
Yazar:Ayhan Tek
29Görüntülenme

Bu kitapta 192 Nobel Puan kazanın

Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!

Kitap Hakkında

Melayê Cizîrî, xwe di şi'rê de "pîr û hosta" dibîne. Ew di warê 'eşqê de jî xwe "arifê weqt" bi nav dike. Ew di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyatên serdest kêmtir nabîne. Herwisa di warê manewiyatê de jî xwe li gor sofiyên pêşîn li meqamên bilindtir dibîne. Lewra ew "pîrê 'eşqê" ye. Melayê Cizîrî, di hizra şarih, şair û mutesewwifên Kurd de jî, li ciheke muhîm e. Loma di hafizeya Kurdan de ew di nav rêza sofî û şairên meşhûr de mehfûz e. Yanî di tarîxa edebiyata Kurdî de tesîra wî bi aşkerayî dihête dîtin. Jixwe di edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji aliyê gelek şairan ve nezîre û texmîs li ser şi'rên Melayê Cizîrî hatine nivîsîn. Herwisa gelek pisporan jî xwestiye ku Dîwana Melayê Cizîrî şerh bikin û şi'rên wî bidine fêmkirin. Dîwana Melayê Cizîrî, hem ji aliyê vegotina estetîk hem jî ji aliyê hêza edebî û reqabeta kanonîk, berhemeke giranbiha ye. Loma fêmkirina vê berhemê û tesîra şairên wê, ji bo fêmkirina kanona edebiyata klasîk jî girîng e. Ji aliyê din ve fêmkirina metneke klasîk ya wekî Dîwana Melayê Cizîrî, pisporiyê dixwaze. Çunkî Dîwan metneke kûr e û ew bi hunerên edebî hatiye xemilandin. Loma jî şerhên wê dê rêya lêkolîner û xwendekarên serdema me ronî bikin. Lê şerhên li ser Dîwanê hatine nivîsîn çiqas giranbiha bin jî ji nêrîn/têgeheştina îro ya modern gelek dûr in. Di vê çarçoveyê de niyeta vê xebatê ew e ku bi rêbazeke zanistî Melayê Cizîrî, tesîra wî û şerhên li ser Dîwana wî hatine nivîsîn bidete nasîn. Bi vî awayî dê bête dîtin ka li ser fêmkirina Dîwanê, heta îro lîteratureke çawa hatiye. Di vê xebatê de, li dor nerîta şi'ra klasîk, çend xezelên bijartî hatine şerhkirin. Bi vê yekê dê xwendevan bibîne ka modeleke çawa li ser şerhê hatiye pêşniyarkirin. Herwisa bi vê berhemê, awayê xwendin û fêmkirina şi'ra klasîk jî dê çêtir bête dîtin.

Benzer ürünler

Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

Kategorideki tüm kitaplar
250.00
192.50
1