Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731 – Kolektif – J&J Yayınları
%5 İNDİRİM
Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731
Yazar: Kolektif
Stokta Yok
Barkod:9786052356838
ISBN:9786052356838
Sayfa Sayısı:300 Sayfa
Dil:Türkçe
Basım Tarihi:11/2021
Yazar:Kolektif
1Görüntülenme
Bu kitapta 361 Nobel Puan kazanın
Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!
Kitap Hakkında
Çapemenîya Kurd, weka çapemenîya neteweyên cîhanê ti carî nikaribîye li welatê kurdan bi rihetê weşana xwe bike. Ji ber vê rewşê, her dem li derveyê welat hewil daye weşana xwe bike. Ev weşan jî ji ber astengiyan zêde nejiyaye. Di destpêka çapemenîya Kurdî de du nifşên malbata bedirxaniyan pêşengî kirine. Rojnameya Kurdistanê her du bira Mîdhet û Evdirehman Bedirxan derxistine. Sî-çil sal piştî wan, biraziyên wan Celadet û Kamuran Bedirxan dane dû şopa wan û bi kovarên Hawar û Ronahiyê Celade Bedirxan, bi rojnameya Roja Nû jî Kamuran Bedirxan der tên pêşberî xwînerên kurdî.Malbata Bedirxanîyan her dem xizmeta doza kurd û Kurdistanê kirine. Her dema ku bayek azadîyê rabûye wan jî babirekên keştîya Kurdistanê bi vî bayê xwedî hêz kirine da ku zûzûka Kurdistanê rizgar bikin. Emîn Elî Bedirxanê ku şagirtê Hecî Qadirê Koyî ye, her sê kurên xwe (Sureya, Celadet û Kamuran) jî bi hestên neteweparêzîyê mezin kiriye. Birayê mezin Sureya Bedirxan di 1908an de, li Stenbolê dest bi weşana rojnameya Kurdistanê ya ku Evdirehman Bedirxanê apê wî, ji ber astengîyan ji 1902yan heta wê demê nikaribû biweşîne, kiribû. Di 1909an de dîsa pêşî li rojnameya Kurdistanê hat girtin. Sureya Bedirxan jî wek apên xwe çû Qahîreya Misrê û rojnameya Kurdistanê weşand. Celadet û Kamuran Bedirxan jî her li ser wê rê bûn. Wan jî li sirgûnê kovar û rojnameyan derxistin.Her çi qasî Kamuran birayê piçûk be jî tu carî ji Sureya û Celadet Bedirxan kêm nemaye. Her bi wan ra di nava xebata çand, huner û wêjeya kurdî de bûye. Di kovarên Hawar û Ronahîyê de nivîsîye. Lê ew dîplomatekî şareza yê kurdan bûye. Ji bo ku doza kurdan bi dinyayê bide nasîn, di 3yê Gulana 1943yan de, Rojnameya Roja Nû ya ku nivî bi kurdî û nîvî jî bi fransizî bû, derxistîye. Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya 3yê Gulanê ku ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1993yan de, bi pêşniyaza Saziya Rojnamevanên Sînornenas a li Parîsê, wek Roja Azadîya Çapemenîyê hatîye qebûl kirin. Min gelek hewil da ku ez pêwendîya vê biryarê û...
Benzer ürünler
Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.
380.00₺
361.00₺

