Serpêhatîyên Gulliver – Jonathan Swift – Lis Basın Yayın
Serpêhatîyên Gulliver
Yazar:Jonathan Swift
Yaklaşık 1-3 iş gününde temin
Bu kitapta 328 Nobel Puan kazanın
Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!
Kitap Hakkında
Jonathan Swift di berhema xwe ya bi navê Serpêhatîyên Gulliver de dide pey şopa cerahekî ji rêzê yê Îngilîz, bi navê Lemuel Gulliver, her ku piştî rêzeqezayên deryayî û bobelatên bi serê wî de tên dibe şahidê cîhan û bûyerên derasayî. Ji Lilliputiyên çir yên bejinbihost bigire heya Brobdingnagiyên gewre; ji Laputaya ji hêla zanyarên şewişî ve tê kontrolkirin bigire heya Houyhnhnmên xwedan secîhîyeke micid ku xwezaya mirovan dide ber pirsan, her rêwîtîyeke ku tuşî Gulliver dibe, zanîna wî ya li ser sîyaset, ilim, hêz û mirovahîyê serûbin dike. Jonathan Swift van pêrgîbûnên xeyalî bi kar tîne da ku bi rêya hîcîwa tûj quretî, nakokî û tewşîyên cîhana rastîn eşkere bike. Her ku çîroka Gulliver ji heybeta dîtina tişt û aleman ber bi tirsê û ji meraqê ber bi xerîbîyê ve diherike, xwendevan jî bi xwe re dikişîne ber bi rêwîtîyeke balkêş û efsûnî. Bi wergera Kurdî ya bi destê wergêr Aram Zoza ev berhem xwînerê xwe han dide da ku xeta zirav a di navbera şaristanî û bêwatebûnê de careke din bidin ber pirsan.
Benzer ürünler
Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.



