Tarîtirs – Welat Xerib – J&J Yayınları
Tarîtirs
Yazar:Welat Xerib
Stokta Yok
Bu kitapta 114 Nobel Puan kazanın
Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!
Kitap Hakkında
Vê siharê xuşîna bayekî cemidî
Stranekê bi xwe re bêdeng dike
Li kolanên şewitî mîrateyek xêz dibe
Bi dilopên xwînê
Sewta nalînekê dibû kefiyek li ser darbestê
Û xwe berdida li ser rûçikên axeke sar
Zerî Esmerek di eywanê de
Biskên hêviyên kezîbir hine dike bi destên xwe
Pîremêrên qelûnkêş
Di qermûçekên rûçikên xwe de êşan dihewînin
Ax lê çi ecêb
Bi miskên keseran, naçin şewata dil
Xeyalên piştqozik
Xwe avêtine bextên xweziyên elemdarî
Birînên kevnar
Êdî hew dikarin êşan di zikê xwe de bihewînin
Hawara dayîkên ku mirîyan ji goristanan radikin
Di kerika guhên girtî de nayên bihîstin
Hey hewar, hey hewar, ev çi bêdengiye
Xwe li kefenê mirinê pêça ye
Mirinê awirên xwe kirine cil û berg
Fîstanek bi rengê xwînê
Û her sibehê li min dike bi destên xwe
Jiyan di devê narîncokekî li ber teqînê de ye
Rondik xwe bi mijangên Zerî Esmeran ve
Darve dikin li ser vê axê
Kes nizane kî diçe û kî dimîne
Êdî çûyîn bêxatir in li vî Welatî
Benzer ürünler
Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.



